Mijdar 12, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: Aliyê ku divê bêhêvî bibe, Rejîma Siyonîst e

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bi gotina vê yekê ku dijminê siyonîst dîsan jî weke berê tûşî şaşitiyê di hesabên xwe da bûye, got: Gelê Libnanê derheqê Berxwedanê pêbendtir bûye.

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku wer xuya dike siyonîstan ji kuştin, awarekirin û wêrankirina malên gelê Filistînê di heyama 75 salên raborî da ders wernegirtine, got: Encama van kiryaran çi bû? Gelo gelê Filistînê dest ji berxwedanê kişand? Berovajî; ev berxwedan, vîn û çand nifş bi nifş xurttir bû heta ku îsal gihîşte asta xwe ya herî bilind û veguherî Bahoza Eqsayê. Wî her wiha got: Rejîma Siyonît aşkira û bi serşûrî êrîşa ser Zîvala Xezeyê dike. Hovîtiya Îsraîlê jî li Zîvala Xezeyê kêmtir nebûye, belkî her roj zêdetir dibe. Ev êrîş nîşana cewher û xwîya tolhildana wehşiyane ya siyonîstî ye ku ti tixûb û sînorekî nas nake.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê tekez kir ku dijminê siyonîstî dîssan jî weke berê tûşî şaşitiya di hesabên xwe da bûye û wih got: Gelê Libnanê derheqê berxwedanê pêbendtir bûye. Mixabin hin medya û nivîskarên erebî û rojavayî bi enqest an jî bi şaşî di tûşa vê armanca siyonîsstan da reftar dikin. Aliyê ku divê bêhêvî bibe Îsraîl e; bila Îsraîl vê yekê bizane ku ji meytên şehîdên Xeze û Libnanê dê hin nifş ji berxwedanê rabin ku di têkoşîna dijî vê dagirkerê û jinavbirina wê da dê gellekî bibiryartir û ciddîtir bin û bê guman xwîna şehîdan bûye sebeba hêza pêşîgirtinê li hemberî dijminan.

Serepeyv