Tîrmeh 21, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandana dijî Pêkanîna Guherînan di Sîstema Dadweriyê ya Rejîma Siyonîst

Xwenîşandanên li erdên dagirbûyî li dijî pêşnumaya bigengeşe ya Pêkanîna Guherînan di Sîstema Dadweriyê ya raberkirî ji aliyê Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst di hefteya 28an a lipeyhev da didome.

Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst hevdem digel xwenîşandanên li koalnên erdên dagirbûyî li dijîpêşnumaya bigengeşe ya Pêkanîna Guherînan di Sîstema Dadweriyê, bo hefteya 28an a bidûhev, dijberên xwe bi sûcê birêxistina şerê navxweyî tawanbar kirin.

Xwenîşanderan li Til Avîv û Heyfayê beriya kiryara polîs ji bo peratekirina wan bi maşînên avpij û vekirina rêyan, rêyên sereke girêdan û hewl dan hatûçûnê tûşî nakokiyê bînin.

Ev xwenîşandan piştî axaftina Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê rejîma dagirker a Îsraîlê dest pê bû ku dijberên xwe bi redkirina rêkarên pêşniyazkirî yên hevpeymaniya hikûmetê ji bo nîqaşa li ser vê pêşnumayê û hewldana ji bo hilweşandina kabîneya xwe tawanbar kirin.

Netanyahû derbarê xeterê daxwaza ji bo devberdana ji xizmeta leşkerî piştî nerazîtiyan hişyarî da û got: Ev daxwaz bandorê li ewlehiya rejîmê dikin.

Hêjayî gotinê ye kabîneya Netanyahû û dijber derbarê domandina rewşa heyî li vê rejîmê hevdu tawanbar dikin.

Netanyahû partiya Opozîsyonê bi serokatiya Benî Gantz Wezîrê ber yê şêrr ê Îsraîlê tawanbar kir ku ev rejîm sewqî şerê navxweyî kiriye, di halekî da ku Opozîsyon bawer e Netanyahû bi dayîna desthilatên dadweriyê yên tekûz bo Kabîneyê, li dû kêmkirina rola Saziya dadweriyê û parêzbendiya wê ji her cûre çavdêriya dadwerî li ser biryarên wê ye.

 

Serepeyv