Tîrmeh 21, 2023 08:34 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê: Bila Welatên Îslamî balyozên Swêdê derxînin

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê ji miletên erebî û îslamî xwest ku ji hikûmetên xwe bixwazin balyozên xwe ji Swêdê û balyozên Swêdê jî ji welatê xwe derxînin.

Roja derbasbûyî û bo cara duyem di heyama çend hefteyên vê dawiyê da Selwan Momîka li Swêdê bi piştevaniya polîsê vî welatî bêrêz li Qurana Pîroz kir.

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftinekê da got: Me bêrêziya li Qurana Pîroz, şewitndina alaya welatê Iraqê û bêrêziya li welatekî û gelê wî dît.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha got: Tiştê ku em li Swêdê dibînin dewama tehrîkkirina hestên misilmanan e û tam aşkira ye kesê ku şewitandin û bêrêziya li Qurana Pîroz pêk anîye, bi îzna hikûmeta Swêdê ev kar kiriye.

Nesrullah ji miletên erebî û îslamî xwest ji hikûmetên xwe bixwazin ku balyozên xwe ji Swêdê vekişînin û balyozên Swêdê jî ji welatên xwe bavêjin derve.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî amajeya bi vêya ku, di rewşa dubarebûna bêrêziya li Qurana Pîroz, pêngava din dê birrîna peywendiyan digel Swêdê be, got: Daxwaza min ev e ku hin kombûn sibe (îro) werin lidarxistin û dirûşemya wê "Derxistina dîplomatên swêdî ji welatên me û vekişandina dîplomatên me ji Swêdê" be.

 

Serepeyv