YNK’ê: Bila Kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i342576-ynk’ê_bila_kurd_li_kerkûkê_bi_lîsteyekê_tevlî_hilbijartinan_bibin
Rêveberê Mekteba Hilbijartinê ya YNK’ê ragihand ku wan daxwaz ji aliyên siyasî kiriye da ku li herêmên bi nakok, bi lîsteykê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin û got; “Aliyên ku vê nekin, tê wateya wê ku dixwazin Kerkûkê radestî pêkhateyên din bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2023 13:36 Asia/Tehran
  • YNK’ê: Bila Kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibin

Rêveberê Mekteba Hilbijartinê ya YNK’ê ragihand ku wan daxwaz ji aliyên siyasî kiriye da ku li herêmên bi nakok, bi lîsteykê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin û got; “Aliyên ku vê nekin, tê wateya wê ku dixwazin Kerkûkê radestî pêkhateyên din bikin.”

Rêveberê Mekteba Hilbijartinê ya YNK’ê Rizgar Hacî Heme di daxuyaniyek çapemeniyê de behsa hilbijartinên encûmenên parêzgehan kir.

Rizgar Hacî got ku ew dixwazin bi lîsteyekê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan ya li Kerkûkê bibin ji ber ku rewş vê dixwaze ku hemû aliyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin.