Roja Mibahileya Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) çi rojek e?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i342496-roja_mibahileya_pêxemberê_hêja_yê_Îslamê_(s)_çi_rojek_e
Îro Pêncşemî 24ê Zîheceya 1444an a Koça Heyvî hevdem digel 13ê Tîrmeha 2023an wek Roja Mibahileyê ye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 13, 2023 17:33 Asia/Tehran
  • Roja Mibahileya Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) çi rojek e?

Îro Pêncşemî 24ê Zîheceya 1444an a Koça Heyvî hevdem digel 13ê Tîrmeha 2023an wek Roja Mibahileyê ye.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Mibahileya Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) digel Xirîstîyaniyên Necranê ji rûdanên destpêka Îslamê û nîşaneya heqbûna vexwendina Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) ye.

Ev roj fezîleta hevrêyên Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) yanî Hezretê Elî (S), Hezreta Fatmeyê (S) û Îmam Hisên (S) û Îmam Hesen (S) e.

Rûdana Mibahileyê 24ê Zîheceya sala nehem a Koça heyvî qewimî û Ayeta 61ê ya Sûreta Alê Umran nasyar bi Ayeta Mibahileyê amaje pê dike.

Ev rûdan di çavkaniyên Şîe û Suneyan da hatiye. Şîe bawer in Îmam Elî (S) li gorî Ayeta Mibahileyê wek Nefs û Canê Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) ye.

Li gorî çavkaniyan, Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) piştî axaftina digel Xirîstîyanên Necranê û bawerîneanîna wan, pêşniyaza Mibahileyê da wan û wan jî ev pêşniyaz pejirand; lê roja sozdayî da Xirîstîyaniyên Necranê xwe ji pêkanîna Mibahileyê vekişandin û ew bi cih neanîn.