Hişyariya Senayê bo Riyazê derbarê bersiva poşmanker û bergîrane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i341645-hişyariya_senayê_bo_riyazê_derbarê_bersiva_poşmanker_û_bergîrane
Sekreterê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê hişyarî da Hevalbendiya seûdî ku ger di muzakireyên aşitiyê de sistiyê bike, dê rastî bersiva nişkêveyî û poşmanker were.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 29, 2023 12:05 Asia/Tehran
  • Hişyariya Senayê bo Riyazê derbarê bersiva poşmanker û bergîrane

Sekreterê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê hişyarî da Hevalbendiya seûdî ku ger di muzakireyên aşitiyê de sistiyê bike, dê rastî bersiva nişkêveyî û poşmanker were.

 

 Yasir El-Hûrî, Sekreterê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê teqez kir: Ger Erebistabn, di muzakireyan de,  nêrîna ``pêngavek ber bi pêş û du pêngavan ber bi paş``  bigre ber xwe, dê Sena  alternatîv û bijarteyên xwe ji ber berfirekirina berhemên eskerî ên navxweyî û amadetiya eskerî ya Yemenê di hemî astan  de amade bike.

 El-Hûrî her wiha got: Erebistan di halê hewildana bo bidestxistina demê di cihanîna berpirsiyariyên xwe di dosiya mirovheziyê ya Yemenê ye û ger berpirsiyariya zelal û eşkere tinebe, Erebistan û navçe dê ewlehiya xwe tinebin.

 Sekreterê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê destnîşan kir: Hilklandina  şopên destdirêjiya ser gelê Yemenê  pir berfirehtir ji dayîna xerameyê û avedankirinê ye ji ber ku  hemî berûlayên exlaqî, rewanî û tendrsutiyê digre ber xwe.