May 21, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • 84 rayedarên seûdî bi tawana gendeliya darayî hatin desteserkirin

Rêxistina Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê qala desteserkirina 84 rayedarên seûdî bi tawana gendeliya darayî kir.

Rêxistina  Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê roja Yekşemiyê ragihand, Di meha Gulanê da du hezar û 583 dorên çavdêrî û lêkolînê ji 211 gumanbaran pêk hatine ku di nava wan da karmendên wezaretên karên hundir, berevanî, parêzvaniya neteweyî, tenduristî, dadwerî û karûbarên şaredarîyan Zekatê, Bac û Gumrikê bi tawana gendeliya darayî hatin desteserkirin.

Rêxistina  Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê tekez kir: 84 gumanbar li gorî Qanûna Rêziknameya Dadweriya Sizayî û bi tawana rişwet, diravşûştin, sextekarî û neçêbikaranîna cîgeha xwe hatin desteserkirin.

Erebistana Seûdî bi awayê dewreyî dosyeyên gendeliya darayî yên têkildarî rayedar, hêzên çekdar, bazirgan û karmendên dewletê radigihîne.

Rayedarên Seûdî di mehên dawî da çavdêrî û lêgerîna xwe li saziyên hikûmî girantir krine û bi sedan dosye raberî Saziya Dadweriyê kirine ku di wan da zîndan û cezaya pere li sedan kes ji rayedarên hikûmî hatiye birrîn.

 

Serepeyv