May 17, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Civîna Yekitîya Ereban dest pê bû; Sûrîye jî tê da pişikdar e

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban îro li şarê Ceddeyê yê Erebistanê bi pişikdarîya Sûrîyê dest pê bû û Wezîrê Karên Derve yê vî welatî jî pêgirî kir ku Bişar Esed jî yê di civîna serokan da ku yê di roja înîyê da bê lidarxistin, pişikdar bibe.

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban îro li şarê Ceddeyê yê Erebistanê bi pişikdarîya Sûrîyê dest pê bû.

Dewra Sî û Duyê ya Asayî ya Civînên Berayî yên Serokên Ereb di asta wekîl û Wezîran da ji duh va bi armanca hilkolandina meseleyên herî girîng ku yê di civîna Serokan da roja înîyê li Rîyazê werin hilêxistin, dest pê bû.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad jî rojek mayî bo civîna Wezîrên Karên Derve bi merema pişikdarîya di civînên hanê da gihîşt Erebistanê.

Sûrîye ji sala 2011ê va di civînên Yekitîya Ereban da pişikdar nebûye.