May 05, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Yemenê: Erebistan û Îmaratê zêdetir ji Yemenê hewcetî bi aşitiyê hene

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got ku Yemen di bereberê aşitiyekê de ye ku Erebistan û Îmaratê zêdetir ji Senayê hewcetî pê hene.


Ebdulezîz Bin Hebtûr, Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê teqez kir ku Sena yê qet dewama  rewşa, ne aşitî û ne jî şêr, qebûl nake û divê destdirêjkir baş haje vê meselê û dûhatên wê hebin. 

 Bin Hebtûr her wiha got: Yemen di bereberê aşitiyekê de ye ku, Erebistan û Îmaratê zêdetir ji Yemenê hewcetî b wê  hene. 

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê derbarê hevdîtina rawêjkariyê li bajarê Edenê jî got ku  em nikarin xwe teslîmî vê  bîr û hizrê  bikin ku cudayîxwazî rêçareya qeyranê ye,  ji ber ku  yê gelek pirsgirêkên mezintir bo Yemenê çêbike.

 

Serepeyv