May 04, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • 3 filistînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bûn

Hêzên siyonîst ên dagirker bi êrîşa ser malekê li Nablusa Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, sê welatiyên filsitînî şehîd kirin.

Leşkerên Rejîma Siyonîst piştî êrîşa hovane ser malekê li Nablusê, çend filistînî şehîd kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê ragihand ku heta niha meytê du şehîdên Nablusê gihîştine ber destê me.

Li gorî nûçeyeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Filsitînê her wiha ragihand, Îman Ziyad Ehmed Ewde, jina filsitînî ya cewan a 26 salî ji ber gulleya leşkerên dagirker li navçeya Hewareyê li başûrê Nablusê şehîd bû.

Leşkerên rejîma dagirker keçeke filsitînî ya 26 salî li nêzikî Meydana Eynabûsê li navenda Hewareyê bi behaneya hewldana ji bo pêkanîna operasyona dije-siyonîstî dane ber gulleyê û hêzên alîkarîgihên ên Heyva Sor meytê wî wergirtin.

Leşker û bajaroknişînên siyonîst her roj bi behaneyên cûrbicûr, gelê bindest ê Filsitînê şehîd, birîndar an jî desteser dikin; filistînî jî wek berteka li hemberî cinayetên siyonîstan operasyona Berxwedanê pêk tînin.

 

Serepeyv