May 01, 2023 16:03 Asia/Tehran
  • Teqeziya Bereya Gelanî ya Rizagriya Filistînê ser dewama şerê li himber Rejîma Siyonîst

Bereya Gelanî ya Rizagriya Filistînê ser dewama şerê li himber Rejîma Siyonîst teqez kir û destnîşan kir ev şer, yê tenê bi işkesta Rejîma dagirker, bi dawî bibe.


 Hêzên Rejîma Dagirkera  Îsraîlê vê sibê êrişî ser bajarokê Eqbe Cebrê li Erîhayê kirin û ciwanekî 17 salî yê filistînî şehîd  û çend kes jî birîndar kirin.   

 Bereya Gelanî ya Rizagriya Filistînê , îro di berteka li himber vê kiryara siyonîstan, ragihand ku  cinayetên Rejîma dagirker ji wan êrişên her rojî ser mizgevta Eqsayê û destdirêjiya ser kadro û saziyên pizîşkî, di çarçoveya destdirêjiyên giştalî yên hikûmeta tondhajo û fanatîk a Rejîma dagirker ser gelê Filistînê ye. 

 Bereya Gelanî ya Rizagriya Filistînê  her wiha got,  şerê li himber dagirkirên siyonîst didome û ev şera wê tanê bi işkesta Rejîma Siyonîst û plana wê ya kolonyalîzmî li Filistînê, bi dawî bibe. 

  Eskerên siyonîst îro her wiha êrişî ser mala yek ji rêberên Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê bi nav Mehdî El-Şerqawî li başûrê bajarê Cênînê, li bakurê rexê rojavaya çemê Urdinê, kirin. 

 Tariq Îzedîn, Berdevkê Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînî derbarê vê yekê de got: Desteserkirina El-Şerqawî ji aliyê eskerên siyonîst ve, yê nebe sebeb viyana gelê Filistînê û  hêsîrên filistînî bona rawestana li ber dagirkerên Siyonîst sist û lawaz bibe. 

li gor nûçek din, Rejîma Siyonîst bo cara 216-ê li dû hev gundê El-Eraqîbê li çola Neqbê kavil kir.

 Gundê El-Eraqîbê ketiye başûrê erdên dagirbûyî yên sala 1948an ku ji nîveka sala 2010an va artêşa Rejîma Siyonîst bi caran  bi mehneyên pûç dest bi kavilkirina wê kiriye. 

 Artêşa Rejîma Siyonîst vê sibê bi êrişa ser gundê filistînî yê El-Eraqîb re kavil kir û xelkê vê deverê aware û mişext kirin. 

Xelkê Filistînê yên rûniştiyê gundê El-Eraqîbê, her carê piştî kavilkirina malên xwe kanêks û konan vedigrin û vedigerin  ihê jiyana xwe. 

 

Serepeyv