Nîsan 20, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Çêkirina bajarokan ji hêla Israyîlê va, ragihandina şêrr dijî gelê Filistînê ye

Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê, tevî şermezarkirina çêkirina bajarokan ji hêla Rejîma Sîyonîst va li axa Filistînê, ew kara ragihandina şêrr dijî gelê Filistînê zanî.

Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê di daxûyanîyekê da avakirina bi hezaran avahîyan li Qudsa dagirbûyî û yan terxankirina bi milyonan şikilî (pereyê Rejîma Siyonîst) ji bo çêkirina rêyan û dagirkirina axa Filistînê li parêzgeha Qelqelîyê û parêzgehên din pêngaveke koledarî û talankirinê zanî.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Ji dema avakirina kabîneya nû ya Rejîma Sîyonîst bi serokatîya ‘Benyamîn Natanyahu’ va, çêkirina bajaran û dagirkirina axa gelê Filistînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî ji berê zêdetir bûye ku karekî enqest ji bo jinavbirina her derfeta ji bo avakirina welatê Filistînê ye.

Rejîma Sîyonîst bi avakirina bajarokan ji bo sîyonîstan dil heye demografîya herêmên filistînînişîn biguherîne û sîyonîstan li wan dera bi cih bike ta ku serdestîxwazîya xwe li wan herêmana misoger bike.

 

Serepeyv