Nîsan 17, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Ziyad Nexale: Rejîma Siyonîst di dorpêça bi dehan hezar mûşekên Berxwedanê de ye

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqez kir bi dehan hezar mûşekên berxwedanê li Zîvala Xezeyê û Libnanê dijminên siyonîst dorpêç kirine.

‘Ziyad Nexale’, Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ku roja Pêncşemiyê bi şandeke rayedarên vê tevgerê re gihêşt Bexdayê di gotûbêja bi medyayên iraqî re teqez kir ku gelê Filistînê bi taybet li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê di şerekî giştalî û seranserî bi dijminê siyonîst re ye. Wî got ku berfirehbûna berxwedanê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, gefeke rasterast dijî ewlehiya Rejîma Siyonîst e.

Nexaleyî bal kişand ser vê yekê ku berxwedan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Xezeyê û tevgerên din ên berxwedanê li navçeyê karîn ku li himber dijminê siyonîst rawestin û destnîşan kir ji xeynê wê Bereya Berxwedanê bi saya bi dehan hezar mûşekên berxwedanê, Rejîma siyonîst dorpêç kiriye.

Ji hêla din ve, eskerên Rejîma Siyonîst ciwanekî filistînî li bajarê dagirbûyî yê Qudsê şehîd kirin.

Ev ciwanê filistînî vê sibê li nêzîkî navçeya Nebî Yeqûbê li Qudsa dagirbûyî ket ber êrişa eskerên Rejîma siyonîst û şehîd bû.

Li gor nûçeyeke din, xebata balefirgeha Bên Goryon a Rejîma Siyonîst piştî êrişa sayberî hat rawestandin.

Piştî êrişa saybêrî ser balefirgeha Bin Goryonê li bakurê erdên Dagirbûyî yên Filistînê, ev balefirgeha hat girêdan û wêneyên ku li nav torên civakî hatine weşandin nîşan diidn  rêwî û cimaeteke zêde nav balefirgehê kom bûne.

Çavkaniyên ibrîziman jî ragihandin ku malpera du Wezaretxaneyên Rejîma Siyonîst hatine hekkirin. Medyayên ibrîziman îro ragihandin ku malpera Wezareta tendrsutiyê û her wiha Wezarera Perwerdeyê ya rejîma siyonîst ji aliyê koma hekêrî ya Endûnizyayî ve hatiye hekirin.

 

Serepeyv