Nîsan 15, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Tevgera Cihada Islamî ji ber piştgirîya ji Bereya Berxwedanê destxweşî li Îranê kir

Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê ji ber piştgirîya ji Filistînê û berxwedana gelê wî ji bo azadkirina warê xwe destxweşî li Komara Islamî ya Îranê kir.

Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê di daxûyanîyekê da ji ber helwesta di merasima bi boneya Roja Cîhaîn ya Qudsê da, destxweşî li Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd ‘Ibrahîm Reyîsî’ kir û ragihand: Axavtina Serokkomarê Îranê di merasima bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da beyaneke rastî û ji dil û can têkildarî helwesta Îranê ya têkildarî meseleya Filistînê tê hesêb.

Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê herwiha ji ber piştgirîyên Îranê yên sîyasî, maddî û medyayî ji Filistîn, Qudsê û Komên Berxwedêr ku li hemî meydanan himberî Rejîma Sîyonîst sekinîne û berevanîya Filistînê û Mizgefta Eqsayê dikin, sipasîya Têhranê kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê duh di merasima bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da pêgirî ser mayîna Komara Islamî ser helwesta xwe ya piştgirîya ji Filistînê kir û got: Asayîkirina peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst xîyanet û xencerek e ku ji pişt va li gelê Filistînê didin.

 

Serepeyv