Dîlên azadbûyî yên yemenî di rêya balafirgeha Sen’ayê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340690-dîlên_azadbûyî_yên_yemenî_di_rêya_balafirgeha_sen’ayê_da_ne
Birêvebirê balafirgeha Sen’ayê ragihand, 150 êxsîrên yemenî, dê gaveke din derbasî vê balafirgehê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2023 15:10 Asia/Tehran
  •  Dîlên azadbûyî yên yemenî di rêya balafirgeha Sen’ayê da ne

Birêvebirê balafirgeha Sen’ayê ragihand, 150 êxsîrên yemenî, dê gaveke din derbasî vê balafirgehê bibin.

Hans Grûndbêrg, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Yemenê, basa hevhatina Sen’ayê û Hevalbendiya Siûdî ji bû lihevguhertina dîlan kir û got: Alîyên pevçûnê li Yemenê, civîneka 10 rojî ya li Swîsê bi dawî anîn ku tê de plana azadkirina 887 girtiyên şêrr cih hat û her du aliyan li hev kirin ku di meha Gulana tê da ji bo gotûbêja li ser azadkirina êxsîran, civînên zêdetir li dar bixin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Mesîreyê, ‘Xalid El Şayif’, birêvebirê balafirgeha Sen’ayê, got: Koma yekem a êxsîrên yemenî wê bîstek din derbasî vê balafirgehê bibe ku 150 êxsîran digire ber xwe û piştî wê balafireka din ku hilgira 100 êxsîrên din e yê berêvariya îro Înîyê derbasî balafirgeha Yemenê bibin.

‘Xalid El Şayif’, herwiha got: Balafira hilgira êxsîrên Hevalbendiya Siûdî ku 70 êxsîran digire ber xwe wê hevgavê rabûna balafira hilgira êxsîrên yemenî ji Edenê, ji Sen’ayê rabe.