Nîsan 13, 2023 18:13 Asia/Tehran
  • HAMAS: Rejîma Sîyonîst tûşî çendberetîyeke bêmînak bûye

Cîgirê Serokê Polîtbîroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di civîneke bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da got: Rejîma Sîyonîst tûşî çendberetîyeke bêmînak bûye.

Cîgirê Serokê Polîtbîroya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) ‘Salih Arûrî’ di civîneke bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da ku li Beyrûtê hat lidarxistin got: Bersiv û berteka Komên Berxwedêr himberî destdirêjîyên vê dawîyê ser Mizgefta Eqsayê pêşîya serdestbûna dagirkeran li beşeke vê mizgevtê girt.

Arûrî herwiha got: Berteka ku vê dawîyê Komên Berxwedêr ji Libnanê bigire heta Rexê Rojavaya Çemê Urdinê, Xeze û deverên di sala 1948an da hatine dagirkirin himberî cinayetên Rejîma Sîyonîst nîşan dan, selimand ku Mizgefta Eqsayê berevanên xwe heye.

Vî endamê pillebilind ê HAMAS’ê herwiha got: Rewşa ser xêra Mêhwera Berxwedanê pêşda diçe û ew mêhwera hemî ummeta islamî temsîl dike. Arûrî dîyar kir ku Mêhwera Berxwedanê di halê pêşketinê da ye, got: Alûgur bi awayekî lezgîn ser xêra Mêhwera Berxwedanê da pêş da diçin û Rejîma Sîyonîst jî heta vê gavê tûşî hevkêşî, nakokî û çendberetîyeke wiha nebibû.

 

Serepeyv