Nîsan 11, 2023 17:59 Asia/Tehran
  •  Endamê Konseya Bilind a Yemenê: Em li bara Yemenê amade ne her bijareyekê qebûl bikin

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Em ji bo hemî bijareyan amade ne, eger hevalbendiya Siûdî li dû aştiyê be, em jî li dû aştiyê ne û eger ku ew li dû şêêr bin jî, me 8 salan şerr ceribandiye.

Taximên siûdî û umanî, du rojan berî nika ji bo gotûbêja bi Mehdî El Meşat, serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Dewleta Sen’ayê derbasî vî bajarî bûn.

Taximên siûdî û umanî bi El Meşat re wê li ser jiholêrakirina dorpêçê bi hemî şûnên wê, sekinandina êrişê û vegerandina mafên xelkê Yemenê ji wan dayîna mafê karmendên dewletê ji derhatên nift û gazê, gotûbêj bikin.

Li gorî rapora kanala El Meyadînê, Mihemed Elî Hûsî, Duşemiyê bi şev pêgîrî kir, gotûbêja bi Erebistanê re wekî welatek ku piştî Amerîkayê, serkêşiya Hevalbendiya Erebî dike, ser vê bingehê ye û encamên wê dê bi awayeka fermî ji bo gelê Yemenê werin ragihandin.

Hûsî bi rexneya ji nihêrîna Hevalbendiya Siûdî got, di her dewreka muzakireyan da, dijmin gotegot û agahiyên muzakireyan diweşîne.

 

Serepeyv