Adar 31, 2023 16:19 Asia/Tehran
  • Yekitîya Ereban ji civaka cîhanî xwest dawîyê li dagirkerîya Rejîma Sîyonîst bîne

Yekitîya Ereban ji civaka cîhanî xwest ku ji bo bidawîhatina dagirkerîya Rejîma Sîyonîst pêngavên ciddî rake.

Yekitîya Ereban di daxûyanîyeke bi boneya Roja Erd û Axê ji civaka cîhanî xwest ku berpirsyarîyên xwe qebûl bike û pêngavên ciddî bi merema bidawîhanîna dagirkerîya Rejîma Sîyonîst û garantîkirina serxwebûn û azadîya gelê Filistînê rake.

Yekitîya Ereban herwiha pêgirî ser piştgirîya xwe ji filistînîyan di warê kivşkirina çarenûsê û avakirina welatê serbixwe yê Filistînê ku Quds paytexta wî be kir û ji hemî sazî û dezgehên navnetewî ji wan NY û Konseya Ewlehîyê xwest ku berpirsîya xwe himber gelê Fiilstînê qebûl bikin û bi awayekî lezgîn ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Sîyonîst ên rojane yên dijî filistînîyan hewil bidin.

Gelê Filistînê her sal di 30yê Adarê di merasimekê da şehîdên serhildana di sala 1976ê da bi bîr tîne û xwenîşandanekê dijî sîyonîstan li dar dixe.

Rayedarên sîyonîst di 30yê Adara sala 1976ê da bi hezaran donim erd û aza filistînîyan li devera Al Celîl li bakura Filistînê zevt kirin. Bi dû vê cinayetê gelê Filistînê dest bi greva birsîbûnê û xwenîşandanê kir.