Adar 31, 2023 09:41 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst zêde ji 12 hezar malên filistîniyan kavil kiriye

Navenda Lêkolîna Erdên Filistînê ragihand, Rejîma Siyonîst ji sala 1967`an ve heta nika zêde ji 12 hezar malên filistîniyan kavil kiriye.

Navenda Lêkolîna Erdên Filistînê, sibeha îniyê di raporekê
bi boneya salvegera 47`an a Roja Erd û Axê, pêgîrî kir,
Rejîma Siyonîst 12 hezar û 350 malên filistîniyan li Erdên
Dagirbûyî yên Filistînê kavil kirine.
Israyîlîyan li gundên erebtêde yên nav Filistîna Dagirbûyî jî
mal kavil kirine bi awayekî ku gundên El Eraqîbê ku ketiye
başûrê Filistîna Dagirbûyî, 214 caran kavil bûye.
Siyonîstan herwiha ji sala 1967`an ve heta nika zêde ji 2
mîlyon darên zeytûnê ji nav birine.
47 salan piştî serhildana filistînîyan a bi boneya Roja Erd û
Axê ku di encamê da 6 filistînî şehîd bûn, rejîma dagirker
kuştina filistîniyan didomîne û ji destpêka îsal ve heta nika
88 filistînî şehîd bûne.