Adar 30, 2023 16:34 Asia/Tehran
  • Yemen: Domandina şêrr, dê hevalbendîya destdirêjker poşman bike

Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê hevalbendîya ereb hişyar kir ku heke guh nedin temîyên Sersekreterê Ensarullahê yên têkildarî rawestandina êrişên ser Yemenê, dê poşman bin.

Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê Mihemed Nasir Atifî welatên destdirêjker hişyar kirin ku guh bidin temî û şîretên Sersekreterê Ensarullahaya Yemenê ji bo bidawîanîna destdirêjkerîyan, rakirina dorpêça ser Yemenê û vekişîna ji axa vî welatî.

Atifî herwiha gef li welatên hevalbendîya ereb a destdirjker xwar ku şerê siberojê yê şerê şîyanan, têkbirina dijmin û serketina bêveger û teqil be.

Cîgirê Wezîrê Tenduristîya Yemenê jî got: Şerê Hevalbendîya Seûdî himberî Yemenê derbasî sala heştan bû û di encama vî şerî da bi hezaran welatîyên yemenî şehîd, birîndar û nivîşkan bûne.

Cîgirê Wezîrê Tenduristîya Yemenê Mutteher Merûnî herwiha got: Bidestneketina lalavên pizişkî û candayîna nexweşan ji ber nebûna xizmetên dermankirin û pizişkîyê, bandora xirab a herî girîng a şerê Hevalbendîya Seûdî ser pişka tenduristî û dermankirinê ya Yemenê ye.