Adar 30, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Dadgehekê kurrê Netanyahu tawanbar nas kir û ceza lê birrî

Dadgehekê li Filistîna Dagirbûyî kurê Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst di dosîya ku kevneparlimanterekî dijî wî vekiribû da tawnbar naskir û ceza lê birrî.

Kurê Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst Yaîr Netanyahu li dadgehekê tawanbar hat naskirin û dadgehê ew bi dayîna 70 hezae Şêkêlî bo Istav Şêfîr kevneparlimanterê israyîlî ceza kir.

Istav Şêfîr kevneparlimanterê israyîlî di sala 2021ê da dozek dijî kurê Netanyahu li dadgehê vekiribû û ew bi belavkirina agahîyên nerast û azirandina zayendî tawanbar kiribû.

Ev hikmê dadgehê têkildarî kurê Netanyahu di halekî da ye ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst di hefteyên vê dawîyê da gellek hewil da ku pergala dadwerîyê biguherîne, hewla ku dijberên Netanyahu dibêjin wî ji bo revîna ji destê dadgehên vê rejîmê û dosîyên gendelîyê yên wî û malbata wî daye.