Adar 30, 2023 16:05 Asia/Tehran
  • HAMAS: Yekitîya netewî û berxwedan, tenha rêya azadkirina Filistînê ye

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand, yekitîya netewî û berxwedana giştalî, tenha rêya istandina mafên gel û azadkirina warê Filistînê ye.

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di daxûyanîyeke bi boneya Roja Erdê da pêgirî kir: Em heta ji bihosteke axa Filistînê jî derbas nabin û gelê Filistînê dê pabendê azadkirina hemî ax û warê xwe bimîne.

HAMAS`ê di vê daxzûyanîyê da pêgirî kir: Nexşe û komployên dagirkeran û cinayetên wan di warê zevtkirin û dagirkirina axa Filistînê da û hewla wan ji bo guhertina nasnama erebî û dîrokî dê serê xwe negirin, şarê Qudsê û mizgevta Eqsayê qaşa warê dîrokî yê Fiilstînê ne û em dê berevanîya wan bikin. 

Tevgera HAMAS`ê di vê daxûyanîyê da bi bîr xist: Vegera awareyên filistînî ser warê xwe mafekî ferz e ku ne mafê kesî ye jê derbas bibe.

Rejîma Sîyonîst di roja 30yê Adara sala 1967ê da bi hezaran donim erdên filistînîyan li devera Al Celîl`ê li bakura Filistîna Dagirbûyî zevt kirin. Bi dû vê cinayetê, gelê Filistînê dest bi greva birsîbûnê û xwenîşandana biaştî kir. Di dema nerazîbûnên filistînîyan da pevçûnên giran di navbera wan û leekrên israyîlî da derketin ku di encamê da 6 filistînî hatin şehîdkirin û bi hezaran kes jî hatin birîndarkirin. Ew roja wek Roja Erdê hatîye binavkirin.

Parlimana Sûrîyê jî di daxûyanîyekê da, serhildana bi boneya Roza Erd û Axê pêşngaveke pêşketî di rêya bidestxistina mafê gelê Filistînê li warê xwe zanî û pêgirî kir: Meseleya Filistînê dê hertim wek doza mêhwerî ya Sûrîyê bimîne.

Parlimana Sûrîyê di daxûyanîyeke bi boneya salvegera çil û heftan a Roja Erd û Axê da ragihand: Ew serhildana gelê Filistînê erdhejeke giran bû ku Rejîma destdirêjker û hemî cinayetker hejandin û gelê Filistînê karî hebûn û jîyana xwe li warê xwe yê pîroz biselimîne û pêgirî kir ku Filistîn tenê ya xwedîyên rastî yê wê ye.