Adar 29, 2023 16:58 Asia/Tehran
  • Qeter: Em piştgirîyê didin hewlên welatên ereb ji bo asayîkirina peywendîyan digel Sûrîyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê dîyar kir ku welatê wî piştgirîyê dide hewlên welatên ereb ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo qeyrana Sûrîyê û pêgirî kir: Duhe vê yekê di rêza ewlewîyetên xwe da dizane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid Bin Mihemed Ensarî di civîna çapemenîyê ya heftane da têkildarî asayîkirina peywendîyên Duhe- Şamê got: Dewleta Qeterê vê mijarê wek yek ji ewlewîyetên cîhana ereban dibîne û hevdengîya welatên ereb derbara meseleya Sûrîyê da ji me ra girîng e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê herwiha pêgirî ser piştgirîya welatê xwe ji hewlên welatên ereb ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo qeyrana Sûrîyê kir û got: Ew rêçareya divê li gorî alûgurên erênî be.

Duhe di halekî da piştgirîyê dide hewlên welatên ereb ji bo çareserkirina dosîya Sûrîyê ku Rojnama Politico`yê vê dawîyê nivîsî ku komeke kevnerayedarên amerîkî di nameyekê da ji dewleta vî welatî xwestine ku hewleke zêdetir ji bo girtina pêşîya lihevnêzîkbûna welatên ereb û Sûrîyê bide.