Adar 29, 2023 16:08 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya partî û alîyên sîyasî yên yemenî di Roja Netewî ya Berxwedanê da

Partîyên yemenî di daxûyanîyeke bi boneya Roja Netewî ya Berxwedanê da pêgirî ser piştgirîya ji hemî hewlên ji bo bidawîhanîna destdirêjkerî, dorpêçkirin û dagirkerîya dijî Yemenê kirin.

Partî û alîyên sîyasî li Sen`ayê di daxûyanîyekê da liyêkgiheştin û lihevhatinên ku bibin sedema nehîştina nakokîyan û yekrêzîya ummeta erebî-islamî babeteke erênî zanîn û piştgirî danê.

Wan partîyana di daxûyanîya xwe da pêgirî ser piştgirîya ji hemnî hewlên ji bo bidawîhanîna destdirêjkerî, dorpêçkirin û dagirkerîya dijî Yemenê kirin.

Di daxûyanîya partî û alîyên sîyasî yên yemenî da wiha hatîye: Muzakieya rastî yê piştî derketina hêzên bîyanî ji axa Yemenê, rawestandina destdirêjkerîyê û rakirina dorpêçan pêk were. Merasima Roja Netewî ya Berxwedanê li deverên curbicur ên Yemenê ji Se`deyê bigire heta Hudeydeyê hat lidarxistin.