Adar 28, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Nerazîyên Sîyonîst: Netanyahu ne yê pêbawerîyê ye, em terka kolanan nadin

Serok û rêvebirên Tevgera Nerazîbûnê ya Tal Avivê, piştî ku Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst ji biryara xwe hat xwarê û rawestandina demajoya pesendkirina pêşnuma guhertinên qanûna dadwerîyê ragihand, dîyar kirin ku bawerîya xwe li wî naynin û yê bi zexteke zêdetir li kolanan bimînin.

Nerzîyên himberî pêşnuma guhertina qanûna dadwerîyê li Filistîna Dagirbûyî ev 3 meh in li kolanan nerazîbûnê nîşan didin û greva seranserî jî ji duh va Rejîma Sîyonîst felec kirîye.

Serok û rêvebirên Tevgera Nerazîbûnê ya Tal Avivê li Fiilstîna Dagirbûyî ragihandin ku ew bawerîya xwe li biryara Natanyahu ya paşdaxistina pesendkirina pêşnuma guhertina qanûna dadwerîyê naynin û biryar dane ku têkoşîna xwe li kolanan bidomînin û teslîm nebin.

Nerazîyên israyîlê ragihandin ku Natanyahu bi aşkirayî ragihandîye ku demajoya pesendkirina pêşnuma guhertina qanûna dadwerîyê sekinandîye, lê ew rast nabêje, belkî ew ê di siberojê da hewil bide ku bi hevdengîyeke zêdetir, rêya qanûnî ya bi dilê xwe û hevpeymanên xwe bidomîne.

Çîkma Persler yek ji rêvebirên Tevgera Nerazîbûnê ya Tal Avivê piştî axavtina Natanyahu ya duh got ku heta dema ku demajoya pesendkirina pêşnuma guhertina qanûna dadwerîyê bidome û tam neyê taloqkirin, em ê li kolanan bimîmim. Wî herwiha got ku gotinên Natanyahu yên duh tenê hewlek ji bo lawazkirin û sekinandina nerazîbûnên me û çalakkirina dîktatorîya wî ne.

Xwenîşander radigihînin ku biryara Natanyahu ya sekinandina pêşnuma guhertina qanûna dadwerîyê têrê nake û divê ew pêşnumeya tam were ibtalkirin.