Adar 27, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Pêşdaçûna hêzên Artêş û Lêjneyên Gelanî li başûr-rojhilata Yemenê

Hêzên Artêş û Lêjneyên Gelanî yên Yemenê karîn ku hin deverên parêzgeha Şebwe`yê li başûr-rojhilata vî welatî bêxin bin kontrola xwe.

Çavkanîyên ser bi Hevalbendîya Seûdî li Yemenê ragihandin ku hêzên yemenî di çarçova operasyona ku ev 2 hefte ye dest pê kirine da, şeva buhurî karîn ku hin cihên istratejîk ên bajarê Merxe Olya`yê li rojavaya parêzgeha niftzêm a Şebwe`yê bêxin bin kontrola xwe da.

Li gorî gotina çavkanîyên hanê, hêzên dewleta Sen`ayê jî şeva buhurî êrişeke nû dest pê kirin û karîn girik û bilindahîyên istratejîk ên Emheşaş`ê û çend xalên din azad bikin.

Bi serdestbûna hêzên Artêş û Lêjneyên Gelanî li girik û bilindahîyên Emheşaş`ê ew dikarin beşeke berfire ya bajarê Merxe Olya`yê bigirin destê xwe.

Gelê Yemenê duh di salvegera heşatan a şerê li vî welatî da bi xwenîşandana ``roja berxwedana netewî`` li Sen`ayê û çend şarên din rêz li vê boneyê girtin.