Adar 27, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Giranbûna zextên ser Netanyahu; Serokê Rejîma Sîyonîst jî tevlê koma neyarên wî bû

Bi dû giranbûn ûtundbûna gêre û nerazîbûnan li Filistîna Dagirbûyî, Serokê Rejîma Sîyonîst jî xwest ku demajoya pesendkirina pêşnuma gengeşesaz a Serowkezîrê vê rejîmê ku ser navê ``guhertina beşa dadwerîyê`` hatîye raberkirin, were sekinandin.

Di halekî da ku piştî wêdadayîna Wezîrê Cengê yê kabîna Natanyahu bi destê wî ji şeva buhurî va pêleke nû ya nerazîbûnan li deverên curbicur ên Filistîna Dagirbûyî destpê bûye, Serokê Rejîma Sîyonîst Ishaq Hertzog di axavtinekê da ji kabîna Benyamîn Netanyahu xwest ku pêşnuma ``guhertina qanûna dadwerîyê`` bi merema parastina Israyîlê rawestîne.

Hevgavê vê yekê parêzerê Natanyahu jî tevlê refa neyarên wî bû û gef kir ku heke pêşnuma ``guhertina qanûna dadwerîyê`` were pesendkirin, yê idî ji bo Natanyahu parêzertîyê neke.

Di rewşeke wiha da, Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst Neftalî Bênêt jî wek berteka hibmerî pêla nû ya nerazîbûnan mukur hat ku ev rejîma ji sala 1973yê va heta nika di rewşqa emnî ya herî bitaluke da ye.

Ji hêla din va, Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst Beynyamîn Natanyahu serokên partîyên kabîna hevalbendîyê ji bo civîneke awarte vexwendin.

Bi dû xwenîşandana berfire ya sîyonîstan dijî kabîna Natanyahu li Filistîna Dagirbûyî îro serokên partîyên kabîna hevalbendîyê ji bo civîneke awarte vexwendin.

Ehud Olmert jî ku yek ji Serokwezîrên berê yên Rejîma Sîyonîst e, kabîna Natanyahu ``komeke sûcker`` bi nav kir û got: Ev koma li Israyîlê hikimdar e û serederîyeke wekî ya dîn û sefêkan û têkderane dike û bingehên jîyana bi hev re têk dide.

Medyayên Rejîma Sîyonîst jî vê sibê ragihandin ku hejmarek endamên pillebilind ên Partîya Lîkûd`ê xwestine ku Wezîrê Dadê Yariv Levin wêda here, ji ber ku wî Israyîl xistîye ber şerê navxweyî.

Ji hêla din va, bi hezaran filistînîyên rojî di roja çaran a meha bimbarek a Remezanê da nimêja Eşa`yê û Terawîh tevî astengîderxistina leşekrên israyîlî li mizgevta Eqsayê kirin.