Adar 26, 2023 15:20 Asia/Tehran
  • Di encama operasyona dije-siyonîstî li başûrê Nablusê da du kes birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan qala birîndarbûna du siyonîstan li bajaroka Hewareyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê dikin. Hin çavkanî jî qala guleavêtinê dikin.

Medyayên Rejîma Siyonîst qala birîndarbûna du leşkerên îsraîlî di encama gulereşandina li ser yekîneyeke hêzên artêşa vê rejîmê li navçeya Hewareyê li başûrê Nablusê kirin û ragihandin ku guleavêtin ji nav erebeyekê pêk hatiye.

Ajansa Shahab’ê ya Filistînê jî nivîsî: “Koma berxwedêr a ‘Erîn El-Eswed’ê bi weşandina daxuyaniyekê berpirsyariya operasyona vê dawiyê li Hewareyê girtiye ustiyê xwe.”

Li gorî gotina hin çavkaniyan, sê leşkerên siyonîst birîndar bûne ku halê yekî wan xedar e.

Li gorî nûçeyeke din, leşkerên Rejîma Siyonîst êrîşî ser Kampa Nûr-Şems’ê li Tûlkermê kirin û pevçûneke giran di navbera şervanên filistînî û hêzên artêşa Rejîma Siyonîst derketiye.

Her wiha dengê Zengila Xeterê jî li vê kampê hatiye bilindkirin û hêzên piştgir bo navçeyê tên şandin.

Leşkerên Rejîma Siyonîst di roja yekem a meha Remezanê da jî xortekî filistînî şehîd kirin.

 

Serepeyv