Adar 25, 2023 18:40 Asia/Tehran
  •  Hefteya Felec û Nelivînê li Erdên Dagirbûyî hat ragihandin

Rêveberên tevgera nerazîtiyê dijî guhertinên dadweriyê li Erdên Dagirbûyî, Hefteya Felec û Nelivînê ragihandine ku xwenîşandana seranserî dijî kiryara qanûna bêtifaqîçêker e.

Ragihandina Hefteya Felec û Nelivînê li Erdên Dagirbûyî rojekê piştî ku bi hezaran îsraîlî li nerazîbûnên roja Felec û Nelivînê derketin kolan û çarsiyan, hat ragihandin.

Dijberên venihêrîna Teşkîlata Dadweriyê dixwezin wek beşek ji Hefteya Felecê li her dera ku wezîrên kabîneyê û qanûndanerên hevalbendiyê diçin, kom bibin û li ber çavê wan nerazîbûna xwe diyar bikin.

Nerazîbûnên siyonîstan li himber pejiradina pêşniyazqanûna guhertinên di beşa Dadweriyê ya Netanyahû serokwezrê Rejîma siyonîst hema wisa didomin û nerazî daxwaza îbtalkirina vê pêşnumayê dikin.

Yûaf Galant, Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîst di peyameke de hişyarî da kabîneya Netahyahû ku artêşa vê rejîmê di saya guhertinên Dadweriyê ber bi qopiyeke bi talûke va tê kişandin.

 Di eynî demê de Dozgeriya Giştî ya Rejîma Siyonîst, ‘Benyamîn Netanyahû’, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ji ber zexta bo cihanîna guhertinên Dadweriyê tawanbarî binpêkirina qanûnê kir.

 

Serepeyv