Adar 25, 2023 16:41 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah tekezî li ser hewldana Hizbullahê ji bo dabînkirina debara jiyana hewcedaran di meha Remezanê da kir

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê li ser pêwîstiya dabînkirina hewcetiyên malbatên hewcedar û belengaz di meha pîroz a Remezanê da tekez kir.

Li gor rapora roja Şemiyê ya Malpera El-Ehdê, ‘Seyid Hesen Nesrullah’ Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di yekem civîna axaftinên meha pîroz a Remezanê da, got: ‘Divê em ji bo dabînkirina fitara kesên hewcedar li gund û bajarên welêt hewl bidin.”

Nesrullah got: “Hemî kesên ku bi dayîna dirêv û şêwazên din ji bo belavkirina fitarê di nav hewcedar û belengazan da yarmetî dikin, di sewaba wê da beşdar in.”

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî amajeya bi vêya ku projeya belavkirina fitarê di nav hewcedaran da nemaze di rewşa aborî û civakî ya heyî li Libnanê da gelekî girîng e, got: “Ez ji tevahiya bira û xwengên xwe dixwazim ku hewl bidin ti kesek li gund û bajaran nemîne ku pêdiviyên wî/wê ji bo fitarkirinê tinebin.”

 

Serepeyv