Adar 19, 2023 17:33 Asia/Tehran
  • 86 babetên binpêkirina agirbesê li Hudeydeya Yemenê hatin tomarkirin

Hevpeymaniya Seûdî ya destdirêjker hema wisa binpêkirina agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê didomîne.

Odeya operasyona efserên têkilîdanîn û hevahengiyê ji bo şopandina binpêkirina agirbesê li Hudeydeya Yemenê 86 babetên binpêkirina agirbesê di saetên derbasbûyî da tomar kirin.

Çavkaniyekî li Odeya Operasyona Efserên Têkilîdanînê got: Ji babetên binpûêkirina agirbesê, du êrîşên balefirên sîxoriyê, îcadkirina binkeyên cengê, firrîna çar balefirên sîxoriyê, heft babetên binpêkirina agirbesê bi rêya êrîşên bi topan û 71 babetên binpêkirina agirbesê bi rêya guleavêtinê ne.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara 2015an va destdirêjiya leşkerî li ser axa Yemenê kir û ev welat ji hêla erd, asiman û deryayê va dorpêç kir.

Ji ber vî şerî heta niha bi sedan hezar yemenî hatine kuştin an birîndar bûne û zêdetirî 4 miliyon kesî aware bûne.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di navbera desteya şandî ji Sen’ayê û Desteya Riyazê ji berbanga Sêşemî, 18ê Kanûna 2018an va li parêzgeha Hudeydeyê dest pê bû; lê Hevpeymaniya Seûdî ya destdirêjker her roj wê binpê dike.

 

Serepeyv