Adar 16, 2023 15:48 Asia/Tehran
  • Bersiva şervanên Berxwedana Filistînê li hember cinayetên siyonîstan

Bajarê Nablusê li bakûrê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji şeva buhurî ve bûye qada şerrê giran di navbera şervanên filistînî û leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst de.

Hêzên Artêşa Rejîma Siyonîst şeva Çarşemiyê êriş birin ser bajarê Nablusê û 28 filistînî birîndar kirin.

Wek bersiva li hember van cinayetên Rejîma Siyonîst, şervanên filistînî erebeyeka leşkerî û hejmarek ji leşkerên Siyonîst li kolanekê û komek bajaroknişînên Siyonîst dan ber guleyan ku di encamê da 3 leşkerên siyonîst birîndar bûn.

Şervanên Berxwedana Filistînê herwiha Kudakoptêreka artêşa Rejîma Siyonîst ku ji bo wênegirtinê, nizim difiriya, jorda xistin.

Hin çavkaniyên xwecî yên filistînî jî ragihandin ku dema êrişa bajaroknişînên siyonîst ser mezargeha Nebî Yûsif (S) qennas û nîşanbazên artêşa Rejîma Siyonîst li avahiyên kolana Umanê li navçeya rojhilata Nablusê bi cih bûn.

Wan herwiha gotin ku artêşa Rejîma Siyonîst hêzên xwe yên piştevan şandine bajarokê Kefer Qelîlê (Kafr Qallil) li dorhêla başûra bajarê Nablusê.

 

Serepeyv