Amadetiya Riyazê bo jinûve-destpêkirina peywendiyan tev Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340091-amadetiya_riyazê_bo_jinûve_destpêkirina_peywendiyan_tev_tehranê
Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: Riyaz amadeyî jinûvedestpêkirina peywendiyên bi Tehranê û hevdîtina bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2023 12:26 Asia/Tehran
  •  Amadetiya Riyazê bo jinûve-destpêkirina peywendiyan tev Tehranê

Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: Riyaz amadeyî jinûvedestpêkirina peywendiyên bi Tehranê û hevdîtina bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re ye.

 ‘Feysel Bin Ferhan’ di hevpeyvînekê de got: Xala sereke ya di peywendiyên navneteweyî de, peywendiyên dîplomatîk di navbera welatan de ye û ev yeka derbarê her du welatên cîran, Erebistan û Îranê ku xalên hevpar ên mezhebî, çandî, dîrokî û peywendiyên şaristaniyetê bi hev re hene, xurrtir dibe.

 Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: Rêketina bi Îranê re bi çavdêrî û navbeynkariya Komara Çînê piştî çend dewreyên gotûbêjên du salên buhurî li Iraq û Umanê cih hat.

 Feysel Bin Ferhan her wiha got: Erebistan bo jordebirina ewlehî û aramiya navçe û cîhanê bi erkên xwe rabûye û rêya aramî û kêmkirina nakokiyan didomîne.

 Wî her wiha got: Em xwe ji bo jinûvedestpêkirina peywendiyên dîplomatîk bi Îranê re di du mehên bê de amade dikin.