Sibat 14, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Erebistanê bi mûşekan êrîşî ser bakurê Yemenê kir

Artêşa destdirêjker a Erebi9stanê bi mûşekan êrîşî ser hin navçeyên parêzgeha Se'deyê kir.

Li gorî rapora Televîzyona El-mesîreyê, Artêşa Seûdî ya destdirêjker hin navçeyên Parêzgeha Se'deyê li bakurê Yemenê dan ber êrîşan ku di encamê da kesek hat kuştin.

Di vê raporê da hatiye, ev welatiyê yemenî li navçeya Qetabirê ya parêzgeha Se'deyê hatiye kuştin.

Her wiha artêşa Erebistanê devera sînorî ya Şedayê li vê parêzgehê jî dan ber mûşek û topan.

Her wiha ji ber teqîna muhîmatên bicihmayî ji destdirêjiya Erebistanê ser parêzgeha Hudeydeyê li rojavayê Yemenê jî dest û piyên zarokekî li naveya Halîyê jê bûn.

 

Serepeyv