Sibat 13, 2023 09:48 Asia/Tehran
  • Zanyariyên Zanîngeha Technion’ê ya Rejîma Siyonîst hatin hekkirin

Berdevkê Zanîngeha Technion’ê (Texniyon) ya Rejîma Siyonîst ragihand ku enstîtûya zanistî-pratîkî ya vê zanîngehê ketiye ber êrîşa sayberî.

Berdevkê Zanîngeha Technion’ê got: Komeke hekêran a bi navê “Darkbit” îdia kiirye ku ev êrîş pêk aniye.

Berdevkê Zanîngeha Technion’ê got: Sîstemên komputerî bi mebesta vekolandina êrîşê beriya pêkhatina wê êrîşê hatine qutkirin û rayedarên Zanîngehê nîgeranê derketina hin zanyariyên vê zanîngehê derbarê hevkariya digel pîşeya berevaniyêya Rejîma Siyonîst in.

Karzan texmîn dikin ku hekêran karîbe gelek zanyariyên Zanîngeha Technion’ê bi dest xistibin.

Panêt her wiha got: Rayedarên vê zanîngehê nîgeran in ku hekêran binkeya wê ya zanyariyan a têkildarî belgenameyên tomarkirina dahênanan ku di qonaxên dawiyê da bûn, bi dest xistibin.

 

Serepeyv