HAMAS: “Operasyona li Qudsê berteka xwezayî himberî cinayetên Israyîla dagirker e”
Berdevkê Tevgera HAMAS’ê got: “Operasyona li Qudsê berteka xwezayî hibmerî cinayetên Israyîla dagirker ên dijî gelê Filistînê ye.”
Berdevkê Tevgera HAMAS’ê “Hazim Qasim” amajeyî operasyona duh a li Qudsê kir û got: “Ev operasyona bersiv û berteka xwezayî hibmerî cinayetên Israyîla dagirker ên dijî gelê Filistînê ye ku ya herî dawîn komkujîya li Kempa Eqebe Ceber’ê bû.”
Berdevkê Tevgera HAMAS’ê herwiha got: “Operasyona li Qudsê careka din nîşan da ku gelê Filistînê yê berxwedana himberî rejîma dagirker heta jinavçûna wê bidomîne.”
Hazim Qasim herwiha got: “Derbeyên bidûhev ên ku ciwanên şoreşgêr li rejîma dagirker dixin, nîşan didin ku gelê Filistînê ji ti biryareke sîyonîstan natirse û şoreşa filistînîyan yê bidome.”
Filistînîyekî duh li Qudsa dagirbûyî bi maşînê da ser çend kesên li rawestgeheke otobusan ku di encamê da 2 bajaroknişîn hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.