Sibat 05, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Parlimana “Hicaz”ê hebûna xwe ragihand

Serokê Parlimana nûdamezirandî ya “Hicaz”ê aşkirakirina kiryarên “Alê Seûd” li dijî pîrozweriyên îslamî li welatê Hicazê wek armanca damezirandina wê zanî.

Çalakên seûdî ji bo sekinîna li hemberî komploya Alê Seûd li dijî cihwarên pîroz ên îslamî li welatê Hicazê û berevaniya ji pîrozweriyên misilmanan, Parlimana “Hicaz”ê damezirandin.

“Sultan El-Ebdulî” Serokê Parlimana nûdamezirandî ya “Hicaz”ê roja Yekşemiyê di gotûbêja bi Televîzyona El-Mesîreyê da bi gotina vêya ku hin hewl ji bo jinavbirina pênaseya Hicazê pêk tên, got: “Ti şopek ji malên Pêxember (S) û Ehlê Beytê,  sehabe û mizgefta wî nemaye û ev gişt bi behaneya Bid’etê hatine jinavbirin.”

Wî got: “Muhemed Bin Selman welîehdê Seûdî destûrek daye ku li gorî wê her kes erda xwe ji dadgehê nekirre, ew ê li ser xêra Sindoqa Sermayeguzariyê ya Erebistanê were zeftkirin.”

Ebdulî bi gotina vêya ku li ser destûra Bin Selman dê 100 tax li Mekeya Pîroz bên xerakirin û dê bi hezaran kes ji Medîneyê koçber bibin, got: “Li gorî kiryarên navbirî û nijadperestiya ku dijî welatê Hizacê pêk tê, berpirsyariya me ya şer’î, exlaqî  û neteweyî bû sebeb ku em Parlimana Hizac’ê damezirînin.”

 

 

Serepeyv