Çile 30, 2023 15:36 Asia/Tehran
  • Alozî û devojenî li Kabîneya Îsraîlê / Kesên beşdar bi hev ketin

Çavkaniyên Ibrî qala alozî û devojeniyê di navbera wezîr, şêwirmendê dadweriyê û serokê Şabak’ê (Shabak) di civîna vê dawiyê ya kabîneya Rejîma Siyonîst da kirin.

Çavkaniyên siyonîstî ragihandin ku “‘Ronîn Bar” Serokê Rêxistina Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst (Şabak) derbarê guherînên li Qudsa dagirbûyî ku hin wezîrên siyonîst di civîna vê dawiyê ya kabîneyê da daxwaza cihanîna wan kirine,  hişyarî daye.

Li gorî ragihandina Çavkaniyên Siyonîstî, “Îtamar Bin Gvêr” Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst di civîna vê dawiyê ya kabneyê da daxwaza qedexekirina hatûçûnê li Kampa Şe’fatê û taxên din ên Qudsa dagirbûyî kiriye. Her wiha  “Bêzalêl Smotrîç” Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst jî daxwaza dorpêçkirina taxên filistînî-nişîn li Qudsa dagirbûyî kiriye. Lê serokê Şabakê li dijî xwestekên van du wezîrên Netanyahû derketiye û di civîna kabîneya Rejîma Siyonîst da pevçûn û  kêşeyeke giran di navbera alîgir û dijberên van planan qewimiye.

Kanala 11an a Rejîma Siyonîst jî ragihand ku di civîna kabîneyê da devojeniyek di navbera “Bin Gvêr” û şêwirmendê dadweriyê yê kabîneya siyonîstî da qewimiye.

Hevdem serokê Rejîma Siyonîst li ser îmkana hilweşiyana vê rejîmê di salên bê da hişyarî da.

“Îshaq Hêrtsog” Serokê Rejîma Siyonîst tevî hişyarîdana derbarê dûhatên sersariya kabneya Netanyahû li hemberî stratejiya gotûbêjê, got ku ev pirsgirêk dibe sebeb ku Îsraîl ji hêla navxweyî va hilweşe. Wî her wiha got: “Rewşa niha dişibe  depoyeke tijî Barût ku bi çirûskekê dê biteqe.”

Ev gotin piştî wê yekê tên hilêxistin ku kabîneya Binyamîn Netanyahû bi ragihandina pêşnumayekê ji bo reforma Saziya Dadweriyê, qeyraneke siyasî li hundirê vê rejîmê p-êk aniye. Bi nêrîna dijberan, pêşnumaya wî ji bo reforma Saziya  Dadweriyê cûreyeke darbeyê li dijî vê saziy ye û di mehên dawî da îsraîliyan bi caran li dijî vê pêşnumaya Netanyahû û li dijî endamên tundrê li kabîneya wî xwenîşandan li dar xistine.

 

Serepeyv