Çile 26, 2023 14:36 Asia/Tehran
  • Rapor; Êrişên Hevpeymaniya Seûdî ya destdirêjker ser Hudeydeya Yemenê didomin

Êrişên Hevpeymaniya Seûdî ya destdirêjker ser Hudeydeya Yemenê hema wisa didomin.

 Hevpeymaniya Seûdî di şev û roja buhurî de, parêzgeha Hudeydeya Yemenê da ber êrişên esmanî, mûşekî û topxaneyî û 61 caran qaşo agirbesa li vê parêzgehê binpê kir.

 Odeya Operasyonê ya Artêşê û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li parêzgeha Hudeydeyê li rojavayê Yemenê ragihand: “Xwefirrên keşf û sîxoriyê yên Hevpeymaniya Seûdî derbasî esmanê hin navçeyên vê parêzeghê bûn û dest bi gereçavdêriyê kirin.”

 Li gor vê raporê, êrişên rokêtî yên Hevpeymaniya Seûdî jî li navçeyên curbicur ên parêzgeha Hudeydeyê dewam kirine.

Li gorî vê raporê, Yekîneya topxaneya Hevpeymaniya Seûdî jî hin navçeyên bajarê Hîs û El-Cebeliyê dan ber êrişan.

 Li gor nûçeyeke din, medyayên Yemenê derbarê kuştina sê kesan û birîndarbûna 6 kesên din di encama êrişên Hevpeymaniya Seûdî li ser deverên siînorî yên Yemenê agahî dan.

Her wiha Mehdî El-Muşat, Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê gotibû ku agirbesa Yemenê bi binpêkirina wê ya berdewam ji hêla Hevpeymaniya Seûdî va êdî ji nav çûye.

 

 

Serepeyv