Hans Grundberg: “Bila heyama hema bêje aram li Yemenê were dirêjkirin”
Hans Grundberg, şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Yemenê ji hemî aliyan li vî welatî xwest bi awayekî çalak ji bo dirêjkirina heyama hema bêje aram li vî welatî hewl bidin.
Hans Grundberg, şandiyê taybet ê NY’yê li Yemenê, duh Duşemiyê li raporekê bo Konseya Ewlehiyê ya NY’yê nivîsî: “Em hîna jî şehedê hin çalakiyên leşkerî yên bisînor li bereyên pêşîn, bi taybet li parêzgehên Mareb, Teêz, Hudeyde û Lehicê û herwiha di dirêjahiya navçeya sînorî ya di navbera Erebistan û Yemenê da ne ku mixabin bûye sedem hin sivîl jî werin kuştin, lewma dirêjkirina heyama hema bêje aram li Yemenê bo mideheka zaf pêwîst e.”
Hans Grundberg hişyarî da: “Bêyî hevhatinekê ku nihêrîneka hevpar ji bo rêya dahatî bigire ber xwe, ev rewş wê bêistiqrarbûn û xetera zêdebûna kêşeya leşkerî û vegera li pevçûna tam zêde bike her ji ber viya ez ji hemî aliyan dixwezim ku rêzê li mafên navneteweyî yên mirovdotiyê bigirin û rewşa heyî û aramiya heyî herî baş bi kar bînin û ber bi asoyeka hevpar bi pêngavên pratîkî ve bimeşin.”