Çile 16, 2023 18:27 Asia/Tehran
  • Şer û dorpêçê bandoreke wêranker li ser balefirgeha Sen'ayê daniye

Rêveberê Balefirgeha Navneteweyî ya Sen'ayê tevî amajeya bi dorpêça zalimane ya Hevpeymaniya Siûdî li dijî Yemenê nemaze balefirgeha Sen'ayê hin amar ji hejmara geştên asimanî û cîbicîkirina rêwiyan li vê balefirgehê beriya êrîşa siûdiyan raber kirin.

Xalid Şayîf got: Firrîna balefiran li balefirgeha Sen'ayê di heyama heşt salên derbasbûyî da beranberî du mehan di rewşa asayî ya sala 2014an da jî nîne. Wî her wiha got: Hejmara firrînên bazirganiyê bo vê balefirgehê û ji wê di heyama 8 salan da 1276 firrîn bûne û ev di rewşekê da ye ku tenê di heyama 2014an da bîst hezar firrîn hebûne.

Rêveberê Balefirgeha Navneteweyî ya Sen'ayê bi gotina vêya ku hejmara rêwiyan di heyama heşt salan şêrr da 162 hezar rêwî bûye, di halekî da ku tenê di sala 2014an da miliyonek û 900 hezar rêwî bi rêya vê balefirgehê cîbicî bûne, got: Asta veguhestina hewayî di heyama heşt sal şêrr da 721 ton bûye û ev di rewşekê da ye tenê di sala 2014an da ev reqem 16177 ton bûye.

Rêveberê Balefirgeha Navneteweyî ya Sen'ayê her wiha got: Li balefirgeha navneteweyî ya Sen'ayê di sala 2014an da rojane 50 balefir ji 14 kompaniyan dadiketin û rojane 5 hezar rêwî ji wê dihatin cîbicîkirin.

 

Serepeyv