Rayedarên Sen’ayê bi Şandîyê NY’yê re hevdîtin pêk nehanîn
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku seredana Şandîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Yemenê bi vê hegerê ku rayedarên Sen’ayê dijî hevdîtina digel wî derketin, paşda ket.
Çavkanîyên haydar li Yemenê ragihandin ku Şandîyê NY’yê bo Yemenê Hans Grundberg seredana xwe ya Sen’ayê îro heta ragihandineke din paşda xistîye.
Li gorî gotina wan çavkanîyana, seredana Grundberg li gorî daxwaza Sen’ayê paşda ketîye; ji ber ku rayedarên yemenî ne hazir in bi wî ra hevdîtinê pêk bînin.
Eva di halekî da ye ku piştî vê hevdîtinê desteyeke fermî ya Ommanê di çarçova kemilandina gotûbêja digel rayedarên “Dewleta Rizgarkirina Neteweyî ya Yemenê” da bi armanca zemînesazîya bo çareserkirina qeyrana Yemenê bi rêya muzakireyê, bera xwe da Sen’ayê.
Hevalbendîya Seûdî di êrişa ser Yemenê û zorbêjîya hibmerî vî welatî da ti yek ji armancên xwe bi dest nexistîne û di encamê da tenê bi hezaran kes hatine kuştin û birîndarkirinê û bi milyonan kes jî aware bûne.