Bangewazîya Îhûd Barak ji bo sernixûnkirina kabîneya “şerût” a Natanyahû
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst kabîneya nû ya Benyamîn Natanyahû wek kabîneyeke “şerût û şeytan” zanî û banga têkoşîna dijî Natanyahû û lidarxistina xwenîşandanê ji bo sernixûnkirina kabîneya wî kir.
Kabîneya nû ya Benyamîn Netanyaho vê dawîyê bi awayekî fermî karê xwe dest pê kir. Cîgirtina wezîrên tundrê û nijadperest di vê kabîneyê da bûye sebeb ku kesayetîyên curbicur ên israyîlî derheq dûhatên kabînyeke wiha hişyarî bidin û ragihînin ku Israyîl bi Natanyahû ber bi hilweşînê va diçe.
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst Îhûd Barak (Ehud Barak) bi nîşana nerazîbûna hibmerî kabîneya rastgir a tundrê ya vê gavê ku bi serokatîya Benyamîn Natanyahû karê xwe dest pê kirîye, gazî sîyonîstan kir ku dakevin kolan û meydanan û dest bi pevçûn û xwenîşandanê ji bo sernixûnkirina vê kabîneyê bikin.
Îhûd Barak di nivîsarekê da ku li Rojnameya Yedioot Aharonot’ê hat weşandin, nivîsî: “Nakokîya digel kabîneya Natanyahû idî derbasî qonaxa şêrr dibe û eva hişyarkirineke rastî ye, ji ber ku xeter nêzîk bûye û dê bibe sedema hilweşîna pergala sîyasî ya ser binghe dagirkirinê hatîye avakirin.”
Ji hêla din va, Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku hejmara filistînîyên ku ji destpêka îsal va yanî di 13 rojên buhurî da bi destê hêzên dagirker û bajaroknişînan hatine şehîdkirin, rabû 12 kesan.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) wek berteka himberî şehîdkirina 3 ciwanên filistînî li şarê Cênînê, got ku ev şara dê berxwedana qaremanane û têkoşîna himberî dagirkeran bidomîne û hemaseya şehîdbûna filistînîyan dê bibe sedema serketinê û azadkitina teqil a Filistînê.