Çile 05, 2023 13:54 Asia/Tehran
  • Ciwanekî filistînî li rojhilatê Nablosê hat şehîdkirin

Leşkerên sîyonîst berbanga îro êrişî rojhilatê Nablosê kirin û di encamê da ciwanekî filistînî şehîd kirin.

Leşkerên sîyonîst berbanga îro êrişî Kempa Belate’yê ya li rojhilatê Nablosê kirin û di vê êrişê da ciwanekî filistînî bi awayekî rasterast dan ber gulleyê. Çavkanîyên filistînî amajeyî navê wî ciwanî nekirine.

Medyayên filistînî herwiha ragihandin ku xwefirrên Rejîma Sîyonîst jî hevgavê êrişa leşkerên vê rejîmê ciwanên filistînî yên li derdora Kempa Belate’yê dan ber gulleyan.

Herwiha hat ragihandin ku di navbera ciwanên filistînî û leşekrn sîyonîst da li  rojhilatê Nablosê pevçûn derket.

7 roj ji destpêbûna fermî ya karê kabîneya Benyamîn Natanyaho derbas dibin û di vî halî da gêre û pevçûnên di navbera hêzên Rejîma Sîyonîst û ciwanên filistînî da zêde bûne.

Çavdêrên sîyasî ser vê bawerê ne ku kabîneya nû ya Rejîma Sîyonîst ku piştî asêbûneke sîyasî ya 5 salan hatîye ser desthilatê, yek ji kabîneyên herî tundrê yên dîroka vê rejîma sexte ye.

 

 

Serepeyv