Tevgera Fethê: “Em ê têkoşîna xwe heta jinavbirina rejîma dagirker bidomînin”
Berdevkê Tevgera Fethê bal kişande ser dewama siyaseta kuştin û wêrankirinê ya Rejîma Siyonîst di destpêka sala nû ya mîladî da û tekez kir; Bê guman em ê têkoşîna xwe heta jinavbirina dagirkeran bidomînin.
Monzêr El-Hayêk (Monzer AL-hayek) Berdevkê Tevgera Fethê di vî warî da got: “Kabîneya zêdegav û tevkujiyê ya Binyamîn Netanyahû serokwezîrê nû yê Rejîma Siyonîst sala nû bi cinayeta kuştinê li Cinînê û kavilkirina malan li gundê Keferdanê dest pê kir; bi vê bawerê ku siyasetên terorîsm û tevkujiyê, gelê Filistînê ditirsîne.”
Monzêr El-Hayêk her wiha got: “Bila Xwedê van du şehîdan, Fuad Abid û Muhemed Hewşiye bipejirîne, em ê bêguman têkoşîna xwe heta jinavbirina dagirkeran bidomînin.”
Leşkerên siyonîst vê sibê êrîşî ser mala du şehîdên filistînî bi navê Ehmed Abid û Îbrahîm Abid li gundê Keferdanê yê rojavayê bajarê Cinînê kirin û e teqandin; lê ev kiryar tûşî berxwedana xortên filistînî û hêzên Berxwedana Filistînê bû.