Çile 02, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • 'Bereya Berxwedanê' bi fermandetiya şehîd Sulêymanî xurttir bû

Sekreterê gişt ê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Serdar şehîd Qasim Sulêymanî ji fermandeyên payebilind bû û rola wî di alîkariya bo serkeftinên Bereya Berxwedanê da girîng bû.

Yasir Hûrî Sekreterê gişt ê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê di hevpeyvîna taybet digel Iran Press'ê da bi boneya salvegera sêyem a şehîdbûna Serdar Sulêymanî got: Şehîd Sulêymanî ji hindik kesan bû ku dûr ji medyayan û bêyî mezinnîşandanê, serkeftinên mezin pêk anîn û ev yek ji ber dilpakî, vîn û baweriya şehîd Sulêymanî li erka dînî û îbadeta Xwedayê mezin bû.

Wî her wiha got: Eger serdar şehîd Sulêymanî di neçûya meydana şerê dijî terorîsmê, DAIŞ û komên din ên terorîst dê hema wisa li Rojavayê Asyayê çalak bûna.

Serdarê sipehbod Qasim Sulêymanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 3ê Çileya 2020î di halekî da ku li ser vexwendina fermî ji aliyê rayedarên Iraqê va serdana vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî El-Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên xwe di encama êrîşa asimanî ya ji aliyê hêzên amerîkî yên destdirêjker û terorîst va li nêzikî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.

 

Serepeyv