Çile 01, 2023 19:13 Asia/Tehran
  • Mehmûd Ebas: “Em ê pîlanên Îsraîlê pûç û bêencam bikin”

Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê got: Her wek me peymana ‘Danûstandina Sedsalê’ bêencam kir, em ê hemî pîlanên Rejîma Îsraîlê ya dagirker jî bêencam bikin.

Mehmûd Ebas, Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê Şemiyê şevê di merasima salvegera tevgera Fath’ê de xitabî siyonîstan got, her çiqas destdirêjiyên we zêdetir bibin, viyan û qawet û pêgiriya gelê Filistînê li hember dijminatî û terorîzma we yê zêdetir bibe û ew ê pirtir pêgiriyê ser ax û mafên xwe yên neteweyî û rewa û qanûnî bikin û planên kabîneya tundrê ya Îsraîlê bi berxwedana gelê Filistînê li axa xwe yê tûşî şikestê were û tenê bi aşitî û ewlehiya bo gelê Filistînê, ew ê mafên xwe bi dest bixin û eva ku hikûmeta azad û serbixwe ya filistîniyan bi parastina yekperçetiya axê û bi paytextiya Qudsê  were avakirin, ji ber ku dewama destdirjiyên ser filistîniyan, yê tu carî ewlehî û aşitiyê bo tikesî pêk neyne.

Muhemed Eştiye, Serokwezîrê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê jî bal kişand ser pejirandina biryarnama dijesiyonîstî li NY’yê û got: Pejiandina vê biryarnameyê bi piraniya dengan li Civata Giştî ya NY’yê cardinê mafê kivşkirina çarenivîsa gelê Filistînê li erdên xwe selimand û serketineke nû bo gelê Filistînê û meseleya adilane ya vî gelî heta gihêştina bo azadî û serbixwetiya neteweyî û pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextiya Qudsê tê hesibandin.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) jî di daxûyaniyekê de ragihand: Ev biryarnameya jî li zincîre biryarnameyên curbicur ên navneteweyî zêde dibe ku qet rêçareyeke wan a praktîkî bo zext û zora ser dagirkerên siyonîstî tinebûne.

Civata Giştî ya NY’yê roja Şemiyê bi piraniya dengan daxwaza Filistînê bo dayîna şiroveya hiqûqê ji hêla Dîwana Dadweriya Navneteweyî va derbarê mahiyeta dagirkeriya Îsraîlê pejirand.

 

 

Serepeyv