Kanûn 31, 2022 14:06 Asia/Tehran
  • Pêkhateya Xwerêveber a Filistînê bertek nîşanî berfirehkirina bajaroksaziyê da

Pêkhateya Xwerêveber a Filistînê ragihand, nêrîna Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, gefeke bingehîn dijî gelê Filistînê û mafên wan ên rewa ye.

 Nêrîna Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst a berfirehkirina çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê rastî berteka berfireh a filistîniyan hat.

 Pêkhateya Xwerêveber a Filistînê bi daxûyaniyekê ragihand: Dewleta Filistînê, siyaseta kabîneya nû ya Îsraîlê ser bingeha lêzêdekirin, şîdet û regezperestî, berfirehkirina çêkirina bajarokan û tehrîkkirina bo siyaseta paqijkirina nijadî, qebûl nake.

 Pêkhateya Xwerêveber a Filistînê di vê daxûyaniyê de destnîşan kir: Ev destûrkara Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, gefeke bingehîn dijî gelê Filistînê û mafên wan ên rewa û qanûnî ye.  

Hevalbendiya Nêtanyahû ya nûpêkhatî, nexşerêyek ji bo cihanînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê weşand. Hatiye ragihandin ku kabîneya nû ya Nêtanyahû, kabîneya herî tundrê di dîroka Rejîma Siyonîstî de tê hesabê.

 Hêjayî gotinê ye ku welatên rojavayî pêştir siyaseta Til Avîvê bo qanûnîkirina bajarokên cihûnişîn li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şermezar kirine.

 

Serepeyv