Kanûn 27, 2022 19:12 Asia/Tehran
  • Sen’ayê Hevalbendîya Seûdî derbara tundkirina dorpêça aborî da hişyar kir

Endamekî Desteya Muzakireker a Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê, Hevalbendîya Seûdî derheq her pêngava ji bo tundkirina dorpêça aborî ya dijî wî welatî da hişyar kir.

Ebdulmelik Ecrî endamê  Desteya Muzakireker a Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê got: Her pêngava Hevalbendîya Seûdî ya zorbêj û dagirker ji bo tundkirina dorpêça aborî ya dijî Yemenê bi wateya girtina pêşîya her cure pêşketinekê di çareserkirina dosîyeya mirovî û aborî ya vî welatî da ye.

Ecrî pêgirî kir ku welatên zorbêj berpirsê her dûhateke tundkirina dorpêça aborî ya li Yemenê ne.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê ya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê jî got: Êrişa hovane û dorpêçkirina zalimane ya Yemenê bi destê Hevalbendîya Seûdî ya dagirker bûye sedema berbelavbûna nexweşîyên vegir li Yemenê.

Berdevkê Wezareta Tenduristîya Yemenê Necîb Qubatî ragihand ku Hevalbendîya Seûdî ya dagirker êrişî navendên tenduristî, dermankirin û kontrolkirina nexweşîyên vegir ên Yemenê kirîye û nahêle derman derbasî vî welatî bên kirin.

Serepeyv