Ensarullah: Amerîka û Inglîz berpirsên rewşa niha li Yemenê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338411-ensarullah_amerîka_û_inglîz_berpirsên_rewşa_niha_li_yemenê_ne
Endamekî Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Amerîka û Inglîz berpirsên rewşa niha li Yemenê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2022 10:46 Asia/Tehran
  • Ensarullah: Amerîka û Inglîz berpirsên rewşa niha li Yemenê ne

Endamekî Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Amerîka û Inglîz berpirsên rewşa niha li Yemenê ne.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya beşa erebî ya Russia Today'ê, Elî Qehûm endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê di twîtekê da nivîsî: Deriyên aştiyê vekirî ne, lê berbendên li pêşiya wê Amerîka, Inglîz, Erebistana Siûdî û Imarat in ku

destdirêjiya li ser Yemenê ranawestînin û dorpêçê ranakin û berpirsyariya xwe di dosyeyên însandostane weke vekirina balefirgeh û bendergehan û dayîna meaşa karmendên dewletê ji derhatên nift û gazê bi cih nayînin.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Armanca gelê Yemenê bidestxistina serwerî û serxwebûnê û çareserkirina pirsgirêkên bêyî sergêrî û serweriya biyaniyan e.

Pêştir jî Celal El-Rewîşan alîkarê serokwezîrê di karûbarên berevanî û ewlehiyê da gotibû ku rewşa ku ne aştî tê da hebe û ne jî şer, gefek e û em pişta xwe didin yekitiya navbera gel û berpirsan.